Various

Ji xwendekaran ‘derbeya şîr’

05.05.2012

“Me bihîst ku kesên îhaleyên şîrê sendine hûnin. Kesên ku li herêmê belav dike jî dîsa hûnin. Me got ka em serî kî li we bixin û em nasbikin gelo kesên “şîrheram” kê ne. Na, xelet fêm nekin, tenê sucdar hûn nînin. Kesên sucdar, yên ku li simbêlên we yên weke behîv û bêhna we ya weke miska hececan bêhn dide dinihêrin û îhaleyan ji we re pêşkêş dikin ew bi xwe ne.

Welatê ku şîrheram bibin desthilattar, xerabûyina şîrê asayi ye.
Ciheke ku hûn dikaribin birevin jî tûne. Ji ber ku êdî RedHack heye!
Nîşe: Ya rastî me we hack nekir. Hûn ji ber sedemeke ‘psîkolojîk’ wiha dibînin.”

Ev çekû çend roj berê di malperên sê hilberînêrên mezin yê Tirkiyeyê de xuya kir. Redhack piştî ku malperên van pargîdaniyan bi dest xist tevî wêneyên komên xwe vê nîşeya tinazker hêşte li pişt xwe. Di wêneyê de hemû endamên komê bi rûpoşên “V for Vendetta” dikeniyan. Bûyer piştre di internetê de weke “Robîn Hood’ên Tirk” hate bi nav kirin. Bi nav kirina “Robîn Hood” ji bo hack kirina çend malperên dibeku zêde bi fişal were xuya kirin. Çîroka tiştên ku çend rojên li welêt diqewimin kal bikim hinekî.

Sê roj berê destpêka projeya “şîrên dibistanê” bû. Armanc ew bu ku li dibistanan ji xwedekaran re bi milyonan şîr were belav kirin. Her tişt gelek xweş destpê kir. Muqaweyên piçûk yên ku têde şîr hene dema hate belav kirin ji bo hikûmetê destpêkê de bû wesileya serbilindiyê.

Piştre ji 12 bajaran agahî hatin. Saet çiqas pêş diket navendên nuçeyên ajansan bi agahiyên jehrî ketinên zarokan tije dibûn. Dema ku rojnamegeran ji bo agahiyan teyît bikin li Walî digeriyan jî bi bersivên ecêb matmayi diman. Pêşî gotin “Zarok ne hatine jehrandin. Hemû bûyer psîkolojîke.” Ev hevok ji bo RedHack’ê bu kerese. Daxûyaniyên Waliyan ji bo bikarhênerên înternetê jî bu mijara henekê û çêr jî pê re hate… Di dawiya rojê de 1193 xwendekar nexweşxanê re hate rakirin.

Rojeke piştî bûyerê çapemenî derbarî şîrê de li benda daxuyaniyeke bû lê berdevkê hikûmetê Bulent Arinç daxuyaniyeke ku rojnamegeran matmayi bêhêle da. “Ev bûyer jehrdayîkirin nîne. Dibeku şîr ji zarokan re zêde hatibe. Ku yekem car şîr vexwaribin dibe ku wiha reaksiyon nîşan dabin..” Piştî vê daxuyaniyê bikarhênerên înternetê vê carê li ser ‘cara yekem şîr vexwarinê’ sekinîn û li hemberî vê rastiya welatê helwestê xwe nîşandan. Daxuyaniyên hin berpirsyaran jî pê de hate û hin ji wan gotin “Dibeku zarok pir birçî bin.” Wezîrê Sewalkarî û Çandiyê Mehdî Eker derket û wiha axivî “Li hemberî hemu provokasyonan dê projameya şîrê berdewam bike.” Piştî vê daxuyaniyê bikarhênerên înternetê wiha gotin; “Zarokan ji bo AKP’ê re komplo bike xwe bi destê xwe jehrî kiriye. “ Her wiha hin kes bilêv kirin ku “şîr na zarok xerabûyine”

Rojeke piştî van bûyeran li hemberî hemû bertekan em li bendê bûn ku zêdetir bi dîqat were tevgerandin lê mixabin wiha pêk nehate. Di saetên sibê de nûçe pêy hev qetin ajansan. Dîsa bi sedan zarok nexweşxaneyan re hatibû rakirin. Niviskarên înternetê yên herî tinazker li hemberî vê dîmenê lal bibû.

Ev buyera ku hikûmet buye sedem em nikarin bibêjin ku bi zanebûn hatiye afirandin lê me dûyemin roja belavkirina şîrê ji niviskarê Hurriyetê Yalçin Dogan hîn kir ku parlamentera CHP’ê Sezgîn Tanrikulu derbarî fîrmayên hilberînerên şîrê de pêşniyazname daye lê ne hatiye bersivandin. Meha sibatê de Serokwezîr Erdogan li kongreya ciwanên AKP’î de axaftineke bi kelecan kiribu. Di wê axaftinê de hevokeke di hişê herkesî de ma; “Ez ciwanên oldar dixwazim! Ciwanên rikdar dixwazim!“ Ku wiha berdewam bike dê ciwanên rikdar tenê ne ciwanên wî bin! Zarokên ku ji nexweşxaneyan re hatine rakirin ji ber ku “dozeke pirole” bikar anîne û dîsa xuyaye pirsgirêkên psîkolojîk jî pê re dijîn di pêşerojê de ne diyare ku dê çi bikin newsa.

Berxwedan Yaruk
http://english.al-akhbar.com/content/kids-turkey-plot-against-government-drinking-milk

 

"Bila bê tomar kirin” ji ber ku…

Ev dem ew dem e. Ev dem ew demê ku rojeke emê piştre bifetilin û wiha bibêjin “Belê her tişt di wan rojan de kifş bibû”. Vê kifşbûyinê kê dîtiye û kê xwe ji ne dîtinêre nizim kiriye di van rojan de dê derkeve holê. Hewceye tiştên ku min ev du salên dawî de dîtiye û tiştên ku hewl dame destnîşan bikim û li kuderê sekinîme bê tomar kirin.

Ev dem, demeke tevlîhev e. Di nav vê tevlîhevîyê de ez jî têde gelek kes bi gelek heman tiştan têne sucdar kirin. Wiha tê destnîşankirin . Weke ku em rojeke filan kesî re, rojeke dine jî bêwan kesî re piştgirî didin. Carcaran di nav rojekê deweke ku em herdu aliyên ji hev cûda bihevre diparêzên tê nîşandan. Demeke wiha ye ku buxtan û kurtûpist dikevin qeydê lê mixabin rastî qet naye zîranî kirin. Dereweke xerab ji sukê re hate berdan û ev vir hemu nivisên me yên ku ev bi salan e diafire dikare carekî de binpê bike. Ev yek êdî her tim xwe dûbare dike û ev dûbare kirin jî mirovan dîn dike.

Ev dem demeke wiha ye ku alîgir û hemu kes êdî ji berberî ya giyanên hev kêfeke bi jehr hildigrin û pêşandana vê yeke jî weke şerm naye binavkirin. Demeke wiha ye ku ji bo tomara darê dinyayê bigrin û heman demêde jî di wijdana mirovahiyê de bi kêşebin me xwe nacîna alîgirada bi cih kir lê dîsa jî mixabin dengê me derneket an jî nehate bihîstin. Di dîroka mirovahiyê de dem dem bûyerên wiha pêk tê.

Tomarkina bûyerên vê demê hewceye bi neşmî were girtin. Min du salên xwe yên dawî bi neşmîtî mêze kir. Min ligeşedanên ku li Tirkiyeyê diqewime çavdêrî dikir, dinivisî ûez niha jî li qewimandina pêvajoya ku nikaribim êdî pênusaxwe jî bilibitînim hûr bûm. Û dixwazim hûn jî lê mêze bikin, dîroka vê tûjbûnê hûn jî bibînin. Dema ku ji bo çareseriyeke civakî pêşbikeve pêşniyariya “ Hevnasîna Mezin” kirimeçiqas xweşbîn nêzîk bûme û piştre zimanêmin çawa wiha tûj buye hûn li wê pêvajoyê binêrin. Nivisên ku derbarê min de hatiye nivisandin na, li nivisên min binêrin. Du salên dawî de li vê welatê çi pêk hatiye binêrin. Ji Ehmed û Nedîm bigrin, heta pirsgirêka Kurd, derbarê aşitîyeke civakîde çiqas tişt nivisandime,tirsên min yên derbarî rewşa giyana welat de çawa pêk hatiye binêrin. Dudilî ya minçawa bûyezelalbûyin, fikarê min çawa zivirîye tirs û xofeke mezin baş binêrin.

“Em ji demên ecêb derbas dibin”
Di van demên dawî de her kes bi zimaneke qisawet cihê van pêyvan digûhûrîne û ji nûve bi kar tîne.

Gotinên min ji serdestên van demên ecêb re nînin. Bila were zanîn ku ew pişk êdî bala min qet nakşîne. Gotinên min ji bo kesên ku dibêjin “Em ji demên ecêb derbas dibin” û piştre pêyvên xwe bi dengeke dudil û di taribûneke bê deng de xelas dikin re heye. Ji ber ku ez bawerim heta em xwe ji wanher sê xalên ku dawiya hevokande bi cih dibe xelas nekin emê nikaribin ji van “demen ecêb “ jî bifilitin. Tenê emê xwe bigihînin ciheke ‘nû’ û piştre jî bi dax emê qebûl bikin ku êdî ciheke çûndinê nemaye.

Ji ber ku
Dema xwendekarên zaningehê bi derdên welat re bûbin yek û heta gerdenê ketibin navê… Zarokên keç, ji porên xwe werin girtin û kaşkirin, piştre jî li erdê bikevin… Dema gel ji birçîna derkeve kolanan û li hemberî qêrîna xwebombên gazê bixon… Telefonên me hemuyan were gohdar kirin û pêyvên ku ji xoşewîstên xwe re dikin di dadgehan de weke dozname li rûyên me bikeve…

Dema mirovan ji malên wan yek bi yek bigrin, bi hezaran bibin…
Kujerên birayê me yê Ermenî li dadgehan sere xwe bime bibînin û bi wê bêşermiyê ji dadgehê derkevin herin…

Piştî qewimandina erdhêjê dema zarok di nav konên lek de ji cemidê bimirin û dewlet nehêle ku agahiya wan jî qender bigihîje destê me…

Dema ji pîrikên ku av, çîya û darên vê welatê re xwedî derdikevin re gef were xwarin… Kesên li hemberî vê yekê hêrs dibin tenê werin hêştin û li benda dîn bûyina wan were sekinandin… Û dema hemû van tiştên diqewimin weke “Em ji bo başî ya we dikin” were binav kirin… Ku em di nav van qewimandinan de dikaribin hêjî bijîn, di vê karê de levaya me jî heye. Em dikaribin bi vê awayê bijîn tişteke bi me jî bûye.

Çi bû gelo bime?
“Di 70’an de dema ku dager dihatin dibistanê xwendekar pirsa “Mamoste em dikarin çi bikin ? dikirin. Wê demêmerezeke zarokan ya palpiştîyê hebû. Piştre salên 80’an hate. Rojeke li dibistanê bûm û min dît ku çakêteke ketiye erdê. Hemu xwendekar xwe ji ser çakêtê davetin û derbas dibûn diçûn. Dema ku min bang kir û got çakêt yê kê be bila ji erde rake, ji zarokek bersiveke wiha hate, ‘Yê min nîne ezçima rakim’! Piştre salên 90’î hate. Pergaleke wiha dan rûniştandin ku êdî zarok hev nasnedikirin. Êdî çîn tûnebû ji xwe, hevaltî jî ne wek bere bû.” Ev çîroka dayika min e.Dayika minê ku di derba 71’an degirtigehê de maye û piştre jî di 20 salîya xwe de bûye mamoste. Belê nifşên wê demê dikarin derbarê gûhûrandina rihên mirovan de bi hezaran çîrok û mînakên bi vê rengîjimera qal bikin. Lê ev çîrokên ku têne çêl kirin nedahûrandina aboriyî an jî siyasî ye. Çîroka dîrokê ya mirovahiya kûre. Mirovên ku di sala 2010’an de demahempîşeyeke wan ji kar hate avêtin an jî hate girtin çawa dikaribûn kêf bikin û vê yekê îlam bikin em fêm bikin ev çîrok, heye ku çîroka hilberana wan kesan e. An jî… Dema ku jineke ducanî ji ber êrîşa polîsan sebîyê xwe winda bike û li hemberî vê zilmê hin kes bejin “ Bila ew jî neçûna çalakiyê” …

Dema ku li Roboskê zarok werin qetil kirin û hin kes bejin “ Bila ew jî mişextvanî nekirinan” …

Dema ku li Wanê gel di nav konên naylon de ji sermanajiyana xwe ji dest bide û hin kes rabe cihê ji bo cihê jiyankirina Wan’î yan dirûv lêxistina “weke seray e ” bike…

Dema li Hopayê Metîn Lokumcu ji ber bombeyê gazê fetisî û jiyana xwe ji dest dabu hin kes derketin gotin “Bila ew jî serî ranekirina!” û dev jê berdan… Belê ev çîroka kesên ku pirsa “Gelo hûn kêngî ev qas xedar bûn” jimin re dane kirin, çîroka hilberana wan mirovane. Hûn jî zanin. Em tenê ji demên pesarî derbas nabin. Bilî wê li me, mirovên ku li Tirkîyeyê dijîn re tişteke ecêb bû. Bilî zordarîya sîyasî û alozîya gumandar kirinê tişteke taybete ev. Şewba zordarîyê ye.Ji îşkenceya zindanan bigre heta tundîya ku desthilattaran li kolanan xipxuya dimeşînin şewba bê dilrehmîyê me dorpêç kiriye. Êdî tu kes ji me bawer nîne. Şideta sîyasî ya ku hatiye afirandin serê mirovan lihev xist û hevaltiyên herî nêz jî parçewesle kir. Ez bawerim ku di pêvajoya ev 5 salên dawî de ji ber ku di mijarên rojanede ji hev cuda fikirîne kesên jihev reêdî silav jî nadin hene. Ev rizîbûna têkîliyan hate merhaleyeke wiha ku êdî ji bo xwestekên herî hindiktirîn jî em nikarin bigihijin hev û piştgirî bidin hev. Ji ber ku her kes jidilî bûyîna hev bi gumane û bi bawerbûyîna hev jî xwedî nakokî ye. Bi hevre di rêçekîde meşandin zor û zehmet e. Êdî her kes bi sere xwe ye. Yekî ji nava me, yekî ku em wê gelek baş nasdikin ji nava me bigrin, bibin têxin girtigehan û em hemû kitkitên jiyana wê zanibin jî dîsa pirseke dikeve hişê mirovan;

“Gelo qey tiştek kiribû ? “
An jî mirovên ku qala girtinê dikin, ji ber van xofên xwe dema ku bi kesên herî nêzîkên xwe re jî biaxivin dîsa ditirsin.

“Gelo weke ku ez ji tiştekê xwe ditirsim dê bifikirin”
Bi rastî mirovahî êdî ji desthilattariyê natirse. Ji hev û din ditirsin. Lewma van demê ecêb de bi gurayî pêyva Ingeborg Bachmann dikeve hişêmin.
“Faşîzm, di têkîliyên nav du kesan de destpê dike.”
Belê em ji demên ecêb derbas dibin û naveke vê deme heye ku me vê navê ji dîroka mirovahiyê hîn kiriye.

# # #

Faşîzm tişteke wiha nîne ku mirovên xerab werin, dev û pozê mirovên baş bişkînin. Faşîzm, hêdî hêdî dûrketina mirovahîyê ji mirovahîyê ye. Pêvajoyeke dem dirêje û hêdî hêdî, piçûk piçûk dinexşe. Ku ev pêvajo wiha pêk nehatina tu kes ji me nikaribû vê pêvajoyêre tebat bike.

Faşîzm, di nav bobelatan de yê herî hêsan dilqa xwe dikare bigûhûrîne. Ev naskiriyeke gelek kevn e lê mixabin çiqas teşeya wî jime re hatibe qal kirin jî em dîsa di dema xwe de nikarin dê teşxîs bikin. Dema ku xwe nêz kir û xwe jime re da naskirin jî êdî ji bo hertişt dereng dibe. Ji ber ku dema destê xwe li tiştekî bide piştre ew tişt dirize. Nakuje, dirizîne… Weke hêm, weke kufik…

Faşîzm, xwe ji demê re belav dike. Weke xewna berfê, sidinî diafirîne û wiha pêk tê. “Gelo ?”, “Em hinek din jî bisekinin”, “Kasî ku em ditirsin dibeku ne xirab be,” ev hevokên kum in nivisand hemû hêdî hêdî mirovan ditevizîne. Sêrbaza herî mezin ya demê ye. Xerabiyê dikare weke başî destnîşan bike. Ev gêrufa wî hîn demên dîrokê de xerabiyên ku mirovan dê nikaribe ji binê wêderkeve jî diweşêre.

Dema ku ji ser van bûyerên tarî û xalên dîrokê dem derbas bibe her tim serê gunehan tê dîtin lê bele tû car jî ev spêleya zerardar ji gerstêrka me bi tevahî nehate rê kirin.

Faşîzm, mirovan di destpêkê de nakuje, digûhûrîne. Ji xwe ‘serfirazîya’ faşîzmê di gûhûrandina hevîra mirovan de xwe diyar dike. Pêşî hêdî hêdî rêzdarîya mirovahî ji holê tê rakirin. Piştre sazgêra rewakirinê ya ji bo qebul kirina zilmê tê avakirin û lîstok destpê dike. Ji bo afirandina erêdaniyê pêk bê hewceye hevîra mirovên welatê bide ber bi dînîtiyê ve. Û em ji dîroka dinê baş dizanin ku dema bi hevîra mirovahî ‘baş’ were lîstikandin welateke dikare bi tevahî dîn bibe, civak dikare nexweş bikeve û her wiha mirovahî dikare bikeve nav piyan û êdî qet nikaribin bilibitin jî.

Kuştinên ku kujerê wan ne diyarin, tevkujî û zordarî di dîroka welatan de dema ku pêk tê tevî xwe niqto niqto xwîneke bi jahr dixe nav reha civakê. Dema xwîna ku di reha civakê de digere bi tevahî bigûhûre… Hinek xwîn, hinek arvan… Hinek xwîn, hinek arvan… ‘Mirova nû’ êdî amadeye ku li ber çavan peykera zilmê re çepik bigre. Ev mirovên nû di rûpelên dîrokê de piştre qet baş nehatiye bi bîr anîn.

Ku pêkvedan biguhûre berdewama wî hêsane… Kesên xîzan li derveyî bajêr dikare bikeve nava konserveyên dêw. Niviskar, profesor û zarok dikarin ji girtigehan re werin avêtin… Hemwelatiyên ku Tirk û Sunî ninîn dikarin şevekî de ji cihên xwe werin ketandin û di pişta kamyonan de bi lêdanan derveyî bajêr re werin avêtin…

Dengê televizyon û rojnameyan her roj zêdetir dê qut bibe û hoqebazên ku desthilattaran re çepikan digrindikarin dê bibin weke mirovên giran!...

Kesên ku naye ecibandin weke ‘Terorîst’ dikare were binav kirin…
Kesên ku ji van dînîtiyan re bêje dînîtiye dikare weke dîn were nişandan…
Dema mirov bixwazin hezkiriyên xwe ji deste dadgehan bistînin û ji girtigehan derxin dîsa di heman demê de dayikên ku destê xwe de wêneyên miriyên xwe bilind dikin dikarin weke ‘terorist’ were destnîşan kirin.

Û qefleya vê tîmarxaneya ku em têde neçarin bi kêf û şahî dikare were belav kirin. Na, astengiya li ber vê boçûnê ne tirs û xof e. Astengiya herî mezina li ber mirovan sidinî ye. Heta roja dawî jî sidinî ye. Êdî xwîna bi jahr ya ku di nav reh de digere tirs nîne, sidinî ye.Pêvajoya sidinî ya ku dema em dixwazin baş û xerab an jî rast û nerast ji hev veqetînin pêk tê, dê zêdetir demdirêj bajo. Bê dengiya sê xala dilxişûş ya ku piştî hevoka “Em ji demên ecêb derbas dibin” didome heta em vê jehra di nav me de melisiye teşxîs nekin dê qurban hebin, kesên herî nêzîme jî dê bibin qurbana sidinîya me.

Û bila were zanîn, afirinerên van demên ecêb tenê bi serêxwe desthilattariya ku niha rêveberiya Tirkiyeyê dike nîne. Em ji vê cihê re ji gelek dûr hatin. Ango dîroka zilmkaran li ser van axan gelek kevn e. Ji tevkujiya herî mezin bigre heta pîvanga hûrdebînî ya têkiliyên mehremev zilmkarî di dilê vê welatêde ye.

Dema mirov bixwaze çavkaniya zilmkariyê fêm bike û derxe holê hewceye çerxa dîrokê paşve bizivirîne. Lê dema mirov bikeve nav vê tevgerbûyinê tiştên hêwilnak û erjeng hîn dike derbarê vê welatê de.

Tiştên ku min hînkir evin:

Ev welat beriya rehma xwe ji mirovan re nişan bide pêşî çoka meriv li erde dixe. Ev yek, hezar caran hezar li ser van axan hatiye jiyandin. Lê dîsa jî derbarê guhûrandina vê bextê de hêviya min heye gelo? Zêde tune. Min vê hevokê her tim bikar anî. Ji pêyva hêvî re zede baweriya min tune. Ez pêyva intê çêtir dibînim. Hêviya min tunebe jî inta min heye. Bilî awqas êş û eleman îmaneke bi int li ser min heye ku dê mirovahî li hemberî ewqas lêdanê tova xweşikiyê dile xwe de dîsa dikaribe mezin bike. Ji bo dikaribim bêjim ku ez û kesên wek min jî perçeyeke vê welatêne inta xwe bi hêz digrim. Em hene. Ango em jî hene …

 

Li Tirkiyeyê Bêhna Biharê: Oleoresinkapsikum!

23.03.2012

Ger ku T.S. Elliot xwedî sihûd buna û Newroz’ên ku li Tirkiyeyê tê pîroz kirin bi dîtina bê guma dê hevoka xwe ya binav û deng weke “Adar meha herî xedar e” bi gûhûrandina. Dê mafê axaftinê zêdetir ji bombe gazê ya oleoresinkapsikum re bi dana û helbest a wî ya navdar dê biketa vê halê

“Adar meha herî xedar, diafirîne
Ji axa mirî xwîn tê hecinandin
Terora polîsan û çand a linç, heşyar dike
Ne hezkirina hindikahîyan û bi baran a bîharê”

Newroz cejna biharê ye û li Tirkiyeyê jî zêdetir ji aliye gele Kurd ve tê pîroz kirin û ji ber zordestî ya ku ev 30 sal e li ser Kurdan tê meşandin hercar polîtîze buye. Her sal 21’ê Adarê bajarê herî zede xwedî nifusa Kurda ye li Amedê bi sedhazaran Kurd dicive hev. Ji ber ku Newroz ji bo gele Kurd buye weke platforma berdevkiya êş û elemanû banga xwestekan ji aliye hemû hêzên dewletên ve weke çalakiya ‘terorê’ tê binav kirin.

Lowma dewlet di salên 90’î de biryara “ Tirk kirina” Newrozê da û ew sal xebata yekemin ew bu ku navê Newrozê weke ‘Nevruz’ hate nivisandin. Piştre miçilgeyên ecêp derbarî Newrozê de avêtin ortê û gotin ku “Nevruz cejna Tirk a ye”. Bi alîkariya dewletên dine yên Tirkan mezinên dewletên Tirkan ji bo Nevruz’a navnetewî û fermî pêk bînin ketin hewldaneke taybet. Lê pîrozkirinên fermî yên dewletê li ber pîrozkirina rastî taklîdeke ku çavên mirov şil dike pêk hat. Têkildarên komarên Tirkî bi behremendî yên xwe yên bi sînor û navzikên mezin bi tevahî rêbazên Tirkan xwe ji ser agırê avêtin. Ciwanên Kurd xwe ji ser agirên ku bi lastîkên tirimbêl hatiye pêxistin weke baz diavêtin û heman demê de têkîldarên Tirk jî kêleka agireke kedî de derbas dibûn. Di nav salan de pîrozbahîyên fermî bi şewatên bedil û ketinên xerab hatibe nexşandin jî Komara Tirkiyeyê Newrozê ji xwe re kir e NeVruz. “NeVruz” a ku bi ‘v’ tê nivisandin ji hemwelatiyan re peyama “An ji meyî an jî emê dayika te mer bikin” da û sînoreke mezin din av gelan de afirand. V ya nû tû dem cihê W negirt lê mafê jiyan kirina W êdî hermû fermiyeti ya xwe winda kir. Bi nûvedan a V yê zordarî ya polîsan êdî mafdar xuya kir, ji çapemeniya alîgir derbarî gelan de weşanên ku lînçê berz dike weke afetî hate nişandan û her wiha dema hemwelatiyên Kurd hatin linç kirin weke “Bertek a hemwelatiyên zîz” hate şîrove kirin. Û tekoşîna V ya li hemberî W heta niha wiha dom kir.

Hefta borî Wezîra Karûbarên Hundirîn Îdrîs Naîm Şahîn ji bo Newrozê wiha axivî “Roj a fermî 21’ê Adarê ye”. Me ji danezan a wî fem kir ku dewlet derbarê hatina biharê de çiqas zîz e gelo? Şahîn pêyvên xwe bi “cejn hewceye di rojên xwe de were pîroz kirin! Bernameyên ku ji bo 18’ê mehê hatine derxistin qedexene! “ xelas kir.

18’ê mehê ji bo ku tê dawiya heftê biryar a pîroz kirine wiha hatibû sendin û li hemberî vê yeke biryara qedexekirinê gelek xedar bu û xuya bu ku ev nêzikatiya xwedi biryaran dê bibe bingeha şer. Bi hezaran pêşengên Kurd di zindanên Tirk a de dema ku “binçavan da be” Newroz ji bo nişandan a hêrsên kom kirî ji bo gele Kurd derfet bu. Qir a zêw wiha destpê kir.

18’ê Adarê piştî nîvro agahiya mirin a yekem hate: Rêvebera BDP’ê ya ku di parlamentoyê de nûnerî ya gele Kurd dike Hacı Zengin li Stanbolê jiyana xwe ji dest dabu. Haci Zengin ji xwe xwedî nexweşîna xizok bû û li hemberî bombeyên gazê êdî nikaribû li ber xwe bide dilrawestin derbas kiribu. Wesayitên ku dê herin qad a Newrozê hatibûn asteng kirin lê bi hezaran kes dîsa xwe gihandibû qadê. Polîsan bi bombeyên gazê beriya gel li qadê xwe bi cih kiribû û li hemberî êrîşên polîsan jin, zarok xwe avêtin ciheke ku dikaribin xwe biparêzin. Bêhna bombeyên gazê ji qadê belav bibû û bi kilometreyan dûr ve jî bandor li ser mirovan dikir. Polîsên robokop di dijwarîyê de ew roj camêrî kirin! heta êvarê binçavan domandin! Li Êlihê Parlamentera Kurd Ahmet Turk (70) hindik ma bû dilrawestin derbas bike. Dema ku wî rakirin nexweşxanê Parlamenter Nursel Aydogan ji malpera Bianet’ê re agahî da û da zanîn ku polîsan ji wesayita wan re bi keviran êrîş kiriye û Ahmet Turk ji aliye gelek polîsan ve hatiye derbe kirin. Li deh navendan pîrozbahiyên Newrozê ji aliye polîsan ve hate asteng kirin û sedan hemwelatî hate binçav kirin. Li Amedê jî seriya 500 hezar kes barîkatên polîsan derbas kirin û gîhiştin qada Newrozê. Li hemberî asteng kirina polîsan pevçûn derketin lê li hemberî girseya gel polis xwe paşve kişand. Li Cizîrê jî polîseke di pevçûnan de birîndar ket û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Rojekî piştî buyeran di çapemenîya alîgir de tenê helişandinên rawestgehaên Stanbolê hebû! Ne li rojnameyan ne jî li televizyonan de derbarê girseya Amedê ya ke du katê girseya Tahrîrê hebu nuçeyeke nehat weşandin. Û buyera herî erjeng jî 19’ê mehê qewimî. Şaredariya Eyup’ê 19’ê mehê pîrozbahiya NeVruz’ê pêk anî. Endamên BDP’ê dema nimêja cenazeya Haci Zengin dikirin keçikên ku ji komarên Tirkî hatibûn dema rayedar xwe ji ser agir diavêtin ew jî ser dike reqsê dikirin. “Hemwelatiyên Tirk yên zîz” jî li Facebook û Twitter’ê de hemwelatiyên Kurd ên ku li hemberî şideta polîsan rexneyên xwe dianîn zimên tehdîdan dikirin.

Li hewayê hê jî bêhna oleoresinkapsikum daleqandiye. Nivisandina wî gelek zor e lê tiştê ku jê zehmettir e ewe ku jehra ku di nav xwe da diparêze mirov jê kor nebe. Xwerû ya nivis a Ece Temelkuran bi Îngilizî dîrok a 23.03.2012 yan de rojnameya El Akbar de hate weşandin.

http://english.al-akhbar.com/print/5559?utm_source=feedburner&utm_medium=twitter&utm_campaign=Feed%3A%20AlAkhbarEnglish%20%28Al%20Akhbar%20English%29

twit

face-widget

 
social

yhlogo